Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayhan Saîd: Naçim Dadgehekê li Jêr Sîhwana Partiyekê Be


Ayhan Saîd Rojnamevan Û Çalakvanê Behdînan

Piştî sizadana birayê wî Şivan Saîd bi 6 salên zîndankirinê ku yek ji wan 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînan bû, dadgeha tawanan ya Hewlêr fermana girtina Ayhan Saîd jî da, ku ew jî yek ji çalakvanên Behdînane û niha li bajarê Silêmaniyê dimîne.

Ayhan Saîd gote Dengê Amerîka"Jiber ku me berevanî ji çalakvanên girtî yên Behdînan kîriye ji aliyê dadgehê ve biryara girtina me derçûye û weke 'tawanbarekî revî' navê min anîye, bi tawana ku tê gotin, min pêzanîn dane konsulxane û rêxistinên navdewletî."

Ayhan zelal dike û dibêje, tawanbarkirin bi sîxûriyê bo konsulxane û rêxistinan karekê nerast û ne yasayîye, jiber ku welatan pêwîstî bi kesekî weke wî nîne zanyarî û pêzanînan bide wan û dibêje "Ew pêzanînên derbarê girtîyan me dane rêxistina û konsulxaneya Amerîka, Brîtanya, Almanya û welatên din, derbarê rewşa mafên mirov bûn û me bixwe weşandine, ev tawanbariye bo şkandina kesayetiya me ye."

Ayhan Saîd yê ku birayê wî Şivan Saîd 16ê Şibatê ji aliyê dadgeha tawanan ya Hewlêr ve, 6 salên zîndankirinê hatîye sizadan li ser çarenivîsa birayê xwe dibêje"ِagihdarî rewşa wan ya nava zîndanê nînin, jiber ku di dema lêkolînê de wan parêzer nebû, nizanîn hatine eşkencedan dema di jorên yek hûcreyî de bûn, jiber ku wan parêzer nebû da ku bikare wan bibîne," herwiha dibêje"Şivanê biryaê min, tenê jiber wê girtîye, kesekî hin pêzanîn li ser gendeliyê ji wî re hinartbûn, da ku bide Şêrwan Şêrwanî, veguhastina pêzanînan jî beşeke ji karê rojnamegerî û karek ne yasayî nîne."

Li gor axiftina Ayhan Saîd ji roja 13/08/2020 dema ku proseya binçavkirin û girtina rojnamevan û çalakvanên Behdîna hatî destpêkirin heta niha, 400 kes hatine girtin, lê hejmarek bi sozdanê û hejmarek jî bi sizadana pereyan hatine azad kirin, beşek jî di girtîgehan de ne û sizayê 5 kesan jî ji dadgehê derketîye.

Di beşek din yê axiftinên xwe de Ayhan gote Dengê Amerîka, ew red dike li dadgehê amade be û got "Eger dadgeh ya bêalî û dadwer baye, ezê amade bibame, lê ez li dadgehekê amade nabim li jêr bandora partiyekê be."

Di dawiya axiftinên xwe de Ayhan Saîd yê çalakvan, sizadana rojnamevan û çalakvananên Behdînan bi karek metirsîdar û ziyanbexş ya proseya demokrasiyê binav dike, tekez li ser wê yekê jî kir ku bi şêweke nerasterast gef li ser kesûkarên girtiyan hene da ku bêdeng bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG