Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Derheqa PÎA’yê Da Rawestandin


Rêvebirên Partîya Însan û Azadîyê

Dadgeha Rêvebirînê ya Enqerê, biryara Wezareta Karê Nevxweyî yê ku serlêdana bo damezrandina fermî ya Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) red kir kiribû, da rawestandin.

PÎA, ku navenda wê li bajarê Wanê ye, ji 5’ê Gulana 2018’an vir ve bo damezrandina fermî serî li Wazareta Karê Nevxweyî dida.

Piştî sê salan, wezaretê bersîv dabû ku di rêziknameya partîyê de xalên “Mafên perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafê çandî û mafê dîyarkirina çarenivîsê” dijî qanûna bingehîn in.

Li ser vê helwestê, Dadgeha Rêvebirinê ya Enqerê biryara xwe eşkere kir û got ku wezaretê mafê rêxistinbûne binpê kiriye.

“Wezareta Karê Navxweyî dijî madeya 68’an ya qanûna bingehîn tevnegerîye û dereng bersîva daxwaznameya PÎA’yê daye û damezrandina wê red kiriye. Ne erka wezaretê ye ku li gor naveroka rêziknameya partîyan avakirina wan red bike. Li gor qanûnan, piştî avakirina partîyê ev erk ya Dadgeha Bilind a Tirkîyê ye.”

Dadgehê herwiha ji wezaretê xwest ku daxwaznamê qebûl bike û pêşî li ber avakirina PÎA’yê veke.

Serokê Giştî yê PÎA yê Mehmet Kamaç li ser biryara dadgehê got ku ev mînak nişan dide ku hikûmet li gor qanûnan tevnagere.

“Pirsgirêka herî mezin ya li Tirkîyê ew e ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) xwe li cîhê qanûnan dibînin û li gor berjewendîyên xwe biryar didin. Bib biryara Dadgeha Rêvebirinê ya Enqerê ev yek bi başî hat dîtin.”

Kamaç got ku ewê li gor qanûna bingehîn mafên xwe biparêzin û jibo avakirina PÎA’yê dê tekoşîna xwe bidomînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

XS
SM
MD
LG