Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn Bloka Ser Qedexa Rewîtîyê Radike


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî biryar da ku bihêle qedexeya rêwîtîya rêvebirîya Trump di kiryarê de bimîne, tevî ku dadgehên jêrtir biryara blokirina wê biryarê dabû.

Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn wek serkeftineke girîng ji Serokê Amerîka Donald Trump re tê dîtin ku rê li ber hemwelatîyên şeş dewletên piranî Misilman digire ku werin Amerîka.

Lê, dadgehê rê li ber kategorîyeke kesên bîyanî vekirî hêşt ku xwedî peywendîyeke rastîn ligel kes û sazîyeke li hindurê Amerîka ne.

Dadwerên Dadgeha Qanûna Bingehîn wê di meha Cotmehê de bi firehî nêrînên her du alîyên li ser wê mijarê gundarî bikin.

Li gor biryara fermandêr ya Serok Trump hatina hemwelatîyên ji Îran, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûrîye û Yemenê 90 roj te qedexe kirin, heta ku hemî prosedurên navxweyî têne temam kirin.

Rêvebirîya Trump gotibû ku qedexe pêdivî ye ku ew bikare pêdaçûna pêdivî bo serlêderên vîza temam bike û di 2'yê Cotmehê de dadgeh de li her du alîyan guhdar bike.

XS
SM
MD
LG