Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Hewlêrê Çalakvan Bêrîvan Eyûb bi Du Salên Zindanê Siza Dide


Dadgeha Hewlêrê.
Dadgeha Hewlêrê.

Îro Yekşemê dadgehkirina çalakvana doza Badînan Bêrîvan Eyûb li dadgeheke Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, pêk hat.

Di rûniştina dadgehkirinê de biryar hat dan ku jina çalakvan bi du salên zindankirinê were sizadan.

Dadgehê biryar da ku dema girtina Eyûb, ku zêdetirî salek û pênc mehan e, ji bo wê were hesab kirin.

Dengê Amerîka hewil da xwe bigehîne Omêd Muhsin, peyvdarê Encûmena Dadwerên Herêma Kurdistanê, da ku derbarê doza Bêrîvan Eyûb biaxife, lê ew amade nebû bersivê bide.

Li gor lêgerînên Dengê Amerîka, çalakvan Bêrîvan Eyûb bi tawana têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê hatiye dadgehkirin û 2 salên zindanê hatiye sizadan.

Rêving Yasîn, parêzerê Eyûb, gote Dengê Amerîka,"Piştî derbazbûna 16 meh û 22 rojan bo cara sêyemîn dadgeha Bêrîvan Eyûb pêk hat û biryar hat dan ku du salan bê zindan kirin, her çend e me weke parêzeran, guman li ser wan hemî tawanan heye yên ku paldane wê, lê dadgeh weha dibîne ku ew tawanên arasteyî wê kirîn li gor belgeyên berdest bawerpêkirîne, ji ber wê yekê dadgehê biryar da ku du salan zindan bikin, eger azadkirina bi merc ji Bêrîvanê bigire, em di wê baweriyê de ne ku mehek û 13 rojên din ew dê azad bibe."

Parêzer herwiha dibêje "Ew tawanên arasteyî Bêrîvanê û çend hevalên wê hatine kirin, li gorî madeya yekê ya qanûna hejmar 21 ya sala 2003'ê ye, li gor dadgehê, wan niyaz hebû ku konsulxane û nûneratiyên welatên weke Tirkiyê li Herêma Kurdistanê armanc bigirin û ewlekarî û asayîşa Herêma Kurdistanê têk bidin."

Hejmarek parlamenter, çalakvan û rêxistinên sivîl li dadgehkirina Eyûb amade bûn. Yek ji wan Şayan Eskerî, parlementera Herêma Kurdistanê, bû.

Birêz Eskerî ji Dengê Amerîka re got ku "ti belgeyek li ser nebû, ji ber ku Bêrîvanê red kiribû ku îfadeyê bide, pencemûr pê daye kirin, bê ku îfadeyê hatî nivîsandin bixwîne, herwiha di dema lêpirsînê de parêzer nebû, ji ber wê yekê ew dema ku di zindanê de bû, pêwîst bo wê bihatayeaqerebûkirin nek sizadan."

Bêrîvan Eyûb 35 salî ye û 5 zarokên wê hene. Ew nêzî salek û 5 mehan e ji aliyê saziyên ewlekarî û asayîşa herêma Kuristnaê ve hatiye girtin. Tê çaverê kirin ku Bêrîvan 13'ê Nîsanê ji zindanê derkeve, ji ber ku dema ew girtî bû dê ji bo wê were hesab kirin.

Raporta Hewlêr 06 03 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
XS
SM
MD
LG