Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina 50 Çalakvanên Kurd li Tirkîyê Destpêkir


Dadgehkirina 50 berevankar û bizavkarên Kurd bi tawana terorê destpêkir, li gor ajansa Anadolu ya Tirkîyê.

Bi dehan Kurd li meha 11 ya sala bihurî hatin binçavkirin, ku hejmareka wan berevankarên Abdullah Ocalan in, rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê.

Dozger dibêjin ku kesên tawanbar ser bi PKK’ê ne. Lê belê bizavkarên Kurd dibêjin ku tawanbarkirina wan siyasî ye.

Ajansa Associated Press radigihîne ku her ji sala 2009’ê vir ve, bi sedan çalakvanên Kurd hatîne giritn, di nav de şaredarên hilbijartî.
XS
SM
MD
LG