Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkîyê Biryara Berdana Leyla Guvenê Guherand


Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê, ser biryara berdana Leyla Guven, ku di Girtîgeha Dîyarbekirê de bû û ji Colemergê bo parlamenterîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatibû hilbijartin, îtiraz kir.

Dadgeha Cezaya Giran ya 10’an îtiraz nirxand û biryar da ku girtîbûna Guvenê bidome.

Parêzerên Guvenê dîyar kirin ku ew sedema îtirazê nizanin.

Dadgehê, berî îtiraza serdozgerîyê, bi yekdengî biryar dabûn ku Guven were berdan û bo wê qedexeya derketina derve jî ragihandibûn.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven, jiber bertekên derbarê operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê û xebatên DTK’ê, di 22’ê Çileyê de hatibû desteser kirin û di 31’ê Çileyê de bi biryara Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an ya Dîyarbekirê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG