Ajansa Reuters ji zarê fermandarekê hevpeymaniya leşkerî ya girêdayî hikûmeta Sûrî ragihand ku, li gor pêkhatina di navbera alîyan de, roja Pênşemê karwanê çekdarên DAIŞ'ê ber bi rojhilatê Sûriyê ve ket rê, ewê pêşî bigehin herêma as-Suchna "Asuxnna" ya li jêr kontrola hikûmeta Sûrî de, paşî ewê herin Dêrezorê ya ku, li jêr kontrola çekdarên tundrê de ye.
Hizbullaha Lubnanî û leşkerê Sûrî li gor pêkhatinekê li gel çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞ'ê ku li herêmekê li ser sînorê Lubnan û Sûriyê bûn, agirbestek ragihand, li gor pêkhatinê çekdarên DAIŞ'ê tevî çek û malbatên xwe dê herêmê bicî bihêlin û herin rojhilatê Sûriyê li herêma Dêrezor ya li jêr kontrola DAIŞ'ê de, bicî bibin.
Roja Çarşemê hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê ku Amerîka pêşengiya wê dike, rê li karwanekê çekdarên DAIŞ'ê girt bû û pireka biçûk wêrankir bû, da ku nikarin derbas bibin.
Ryan Dillon Gotebêjê bi navê hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê, roja Pênşemê bi riya telefonê gote ajansa Reuters "Emê gav bi gav karwanê çekdaran bi şopînin û ciyê diçinê destnîşan bikîn û şûnda wan bombebaran bikîn, bê ku ziyan bigihe sivîlan".
Herwiha fermandarê leşkerî yê girêdayî hikûmeta Sûriyê dibêje, beşekî pêkhatinê bi cî hat, lê rêbaza karwanê DAIŞ'ê bû gehiştina herêma li jêr kontrola çekdarên wan de hat guhertin.
Ji aliyê xwe ve, Hizbullaha Lubnanê got, li gor pêkhatinê 600 endamên DAIŞ'ê ku nîva wan sivîl in, dê hên veguhastin bo rojhilatê Sûriyê li herêmên di jêr kontrola çekdarên wan de ye.