Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Holandî: Daiş 8 Çekdarên Xwe yên Holandî Îdam Dike


Daişê li bajarê Mîdan yê nizîkî bajarê Reqa li bakûrê Sûriyê 8 çekdarên xwe yên ji Holanda tevlî bibûn îdam kirin û 65 çekdar xistin zîndanê.

Ajansan ragihandin ku, grupên çekdar yên ji Holanda çûne di nav rêzên Daişê de bi sedema ku xwestine ji Daişê birevin hatin îdam kirin û girtin.

Şaban Mizorî çalakvanê civaka sivîl li Holanda jibo dengê Amerîka pişka Kurdî da xweyakirin ku, kuştina çekdarên ji Holanda tevlî Daiş bibûn û bi destên rêxistinê bi xwe hatine kuştin, di rojeva mediya Holandî de ye.

Mizorî dibêje mediya Holandî daye xweyakirin ku, nakokî di navbera çekdarên Daişê yên ji Îraqê ne û çekdarên ku welatiyên Holanda ne derketiye holê, di encama van nakokiyan de 8 çekdar hatine Îdam kirin û 65 hatine girtin.

Ji Holanda nêzîkî 200 kes li Îraq û Sûriyê tevlî nav rêzên Daişê bûne, ji wan 50 Jin in, piraniya wan ji regez de, ji welatên bakûrê Afrîqa ne, ji Mexrîb (Fas), Cezayir û Tûnisê.

Temamiya hevpeyvîna li gel Şaban Mizorî di fayla deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

Mizorî dibêje mediya Holandî daye xweyakirin ku, nakokîê di navbera çekdarên Daişê yên ji Îraqê ne û çekdarên ku welatiyênHolanda ne derketiye holê, di encama van nakokiyan de 8 çekdar hatine Îdam kirin û 65 ji girtine.

Ji Holnda nizîkî 200 kes tevlî Daişê bşne li Îraq û Sûriyê 50 kes ji wan Jin in, piraniya wan ji regez de, ji welatên bakûrê Efrîqa ne, ji Moroko, Cejayir û Tunisê.

Dîsan hind ajansan daye xweya kirin ku, çekdarên Daiş yên ji Holanda dixwestin weke grup ji Daişê birevin, ev bûye sedema kuştina wan.

Temamiya hevpeyvîna li gel Şaban Mizorî di fayla deng de ye.

XS
SM
MD
LG