Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nahêle ku Dîplomatê Esed Têkeve Washingtonê


Balyozxaneya Sûrî ya li Washingtonê
Balyozxaneya Sûrî ya li Washingtonê
Wezareta Derve ya Amerîka vîzeya dîplomatekî Sûrî, ku ji alîyê Serok Beşar Esed ve hatibû şandin, betal kir û nehêla ku ew kes têkeve nav Amerîka û xwe bigehîne balyozxaneya Sûrî ya li Washingtonê.

Berdevka Wezareta Derve Jan Psaki îro Çarşemê piştrast kir ku vîzeya dîplomatê Sûrî, Ali Daghman hate pûç kirin.

Xanim Psaki betalkirina vîza Daghman bi kiryarên rejîma Sûrî girê da ku, bi gotina wê, “dijî gelê xwe berdewamî zext û zordarî dike.”

Li balyozxaneya Sûrî ya li Washingtonê niha balyoz tune ye û jimareke kêm ya karmend li wê derê dixebitin. Amerîka jî nûnertîya xwe li paytaxta Sûrîyê, Şamê girtibû.
XS
SM
MD
LG