Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Têkiliyên Çekdarên DAIŞê li Herêmên Cûda li Îraqê


Ji encama êrîşên çekdarên DAIŞê li herêmên cûda yên Îraqê di yek dem de, ew bawerî li cem hêzên ewlekariya Îraqî peyda kirine ku herçende ew grûbên çekdar yên li Îraqê mane li ciyên veşartîne û jihev dûr in, lê hêjî têkiliyên wan hene û fermanê ji ciyên bilind distînin.

Du şevan berê, çekdarên DAIŞê li dewrûberên Kerkukê êrişî ser hêzên Îraqê kir, di encam de çend leşker hatin kuştin û çend jî birîndar bûn. Di heman demê de, li sinorên Xormatu ya parêzgeha Selahedîn û li nahiya Celwela ya parêzgeha Diyala êriş pêkanîne û çend leşkerên din jî kuştine û çendîn birîndar kirine.

Mihemed Fayiq berpirsê berê yê ragihandina Qaymeqamiya Xormatu gote Dengê Amerîka "DAIŞ'ê şeva borî ji çendîn aliyan êrîşkirîye. Ev jî tê wateya ku wan têkilî bi hev re hene, herçend ew çekdar gelek ji hev dûr in jî."

Li gor pêzanîn û lêgerînên Dengê Amerîka, berpirsên DAIŞ'ê li şevên borî li herêma Kerkukê çendîn civîn kirine û pêzanîn û rênimayî bo çekdarên xwe hinartine ku êrî[ên xwe zêde bikin û şêweyê nû yê êrîşan ji wan re şandine.

Ehmed Xûrşîd, Endamê Encûmena Qeza Hewîce li rojavayê Kerkuk gote Dengê Amerîka"Êrîşên DAIŞê şêwazekê bervanî ji xwe kirinê ye, dixwazin bi berdewamiyê bidin êrîşên xwe, şerên xwe nêzîkî bajar û bajarokan bikin, da ku destê hêzên Îraqê negihe wan herêmên ku bingehên wan li wan deran veşartîne."

Herwiha dibêje"Serederiya polîsê federal ligel gundiyên li herêmê baş nîne, DAIŞ jî vê yekê bikartîne û karî jibo wê dike."

Car caran hêzên Îraqî operasyonan li herêmên sinorî yên Kerkuk, Diyala û Selahedîn encam didin, lê wan operasyonan encamek weha bi bandor nîne, jiber ku pêşwext xeber bo çekdarên DAIŞê diçe, ew amadekariyan dikin berî operasyona destpê bike.

Mihemed Fayiq dibêje, DAIŞê gelek tonel û ciyên xwe veşartinê li herêmên lê dimînin çêkirine, ew valahiya ewlekariyê ya di anvbera hêzên Îraqî da heyî bikar tînin.

Berî êrîşên çend şevên derbaz bûyî, yên çekdarên DAIŞê encam dabûn, Dengê Amerîka li gor çavkaniyên taybet yên bawer pêkirî raportek weşand bû, ev bibû sedema ku hêzên Îraqî bikevin di rewşa amadebaşiyê de.

Raporta Kerkuk 15 11 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG