Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Berpirsekê Kurd Tirs Heye ku DAIŞ Cardî Vegere Îraqê


pemerintah untuk melibatkan masyarakat dalam menghalau penyebaran terorisme di internet. (Foto: Reuters/Dado Ruvic))
pemerintah untuk melibatkan masyarakat dalam menghalau penyebaran terorisme di internet. (Foto: Reuters/Dado Ruvic))

Berpirsekî Kurd yê di asta bilind de dibêje, îşaretên bihêz hene ku Dewleta Îslamê DAIŞ dixwaze vegere piştî êrîşên xwe zêde kirîn.

Li gorî daxuyaniyên leşkerî û berpirsên ewekariyê di çend rojên borî de li seranserî welat herî kêm 19 hêzên ewlekariya Îraqê û Kurdan ji aliyê çekdarên DAIŞê de hatine kuştin.

Serokomarê Îraqê jî hişyar dabû ku li hember vegera DAIŞê haydar û di amadekariyan de bin.

Erîşên DAIŞê zêdebûn piştî êrîşa xwekujî li Bexda ku ev 3 sal bûn êrîşek weha pêknehatbû ku meha Yek ya îsal komela Dewleta Îslamê ya suniyên radîkal ew êrîş girtû ser xwe.

Tirs heye ku dema Amerîka hêzên xwe kêm dike li Îraqê êrîşên çekdarên radîkal zêde dibin û bêhêvîtî derbarê aramiyê de hene.

Lahur Talebanî Hevserokê Yeketî Niştîmanî Kurdisan (PUK) û berpirsê berê yê saziya Îstîxbaratê di hevpeyvînekê de gortiye ajansa Reuters "Weha diyare– Dewleta Îsalmê- xwe birêxisti kirîye."

Dewleta Îslamê DAIŞ, ku ji esil de beşek bû ji rêxistina Al Qaîde, sala 2014ê herêmên berfireh li Îraq û Sûriyê kontrol kirbûn, terorek mezin belav kir bû, serbirîna eşkere û êrîşên ji derve piştevanî dikirin.

Li sala 2017ê bi şêweke fermî jinavbirina DAIŞê hatbû ragihandin, lê ji wê demê heta niha berdewam êrîşan li bakurê Îraqê li herêmên asê û yên ligel Sûriyê pêk tîne.

Di mehên dawiyê de zêdetirî 25 êrîşên kujek pêk hatine, berpirsên Îraqî DAIŞ berpirs ji wan êrîşan dibînin.

Êrîşa herî mezin jî, ya meha Kanûna Yekê ya îsal dema ku li bazereke qelebalix yê Bexda peqîn pêkhatî û zêdetir ji 30 kesan hatîn kuştin.

Lahur Talebanî gotiye Reuters, DAIŞ qet bitemamî bidawî nebûye û dibêje çend hezar çekdarên dewleta Îslamê li Îraqê mane. Hin berpirsên rojavayî jî dibêjin, çekdarên DAIŞê yên li Îraq û Sûriyê di tevgerê dane nêzî 10,000 çekdaran e.

Talebanî hişyarî dide ku DAIŞê şiyanên bangeşa nav rêzên xwe heye, di nav de bi riya mediya civakî.

Lahur dîsan gotiye ku berî 3 hefteyan 38 kes yên bo nav rêzên DAIŞê hatbûn bangeşe kirin hatine girtin her hemî ji Kurd bûn di navbera jiyê 20-22 saliyê dane "Ew nêzîk encamdana êrîşê bibûn, alav û teqemenî gehiştbûn wan, ev nîşana hişyariyê ye."

Berpirsên Îraqî jî nerihetiya Lahur Talebanî parve dikin, hefteya borî, Serokomarê Îraqê Barham Salih di hesaba xwe ya twîterê de gotbû welat "Nikare tehmula rewşa heyî bike" ya şerê li dij dewleta Îslamê DAIŞê.

Tirs ji Vekişîna Hêzên Amerîkî

Gilî derbarê nebûna hevkariyê di navbera leşkerê Îraqê û Hêzên Ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Îraqê hene û dibin sedema sernekeftina rewşa ewlekariyê.

Herdu alî şerê DAIŞê dikin, lê peywendiyên Bexda û Hewlêr nebaşbûne, piştî ku Kurdan sala 2017ê hewildana Serxwebûnê dayî û ji aliyê Hêzên Leşkerî Îraqê ve rêgirî hatbû kirin.

Lahur Talebanî dibêje, herêmên nakokbar di navbera herdu aliyan de ciyekê guncayne bo êrîşên DAIŞê, "Bûşahiya nebûna hevkariyê di navber Hewlêr-Paytexta Kurdan- û Bexda de bûye sedem ku DAIŞ xwe bihêz bike û dikare pitir êrîşan bike û bi şiyan be. "

Amerîka nêzî 5000 leşker li Îraqê hebûn, yên ku jibo jinavbirina DAIŞê alîkarî dida, sala borî ew daxistin nîvê, bi kêmkirina hêzên Amerîkî, tê çaverê kirin ku NATO wê bûşahiyê pirr bike jibo perwerdekirin û hevkariya rahênanên leşkerî bi hêzên Îraqê re, lê rê nade ku beşdariya operasyonên leşkerî bike.

Milîtanên Şîa yên ku aligirên Îranê ne, lîderên wan ji dema ku DAIŞ hatî jinav birin, daxwaza vekişîna Amerîka dikin ji Îraqê, ev daxwaz zêdetir bûn û bi giranî dixwazin Amerîka ji Îraqê derkeve, piştî ku berpirsê Leşkerî Qasim Sulêmanî sala borî di êrîşeke Amerîka de hatî kuştin.

Talebanî dibêje ew ji peyhatên derketina hêzên Amerîkî ditirsin. Amerîka sala 2011ê hêzên xwe ji Îraqê vekişand bûn, û bûşahiyek ewlekariyê bicih hişt bû, çekdaran jî, ew yek bi derfet zanîbû gelek erdê Îraqê û welatê cîran Sûriyê kontrol kirbû.

XS
SM
MD
LG