Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Girtina Berpirsekî Payebilind yê DAIŞê Radigihîne


Arşîv: Ala û çekên DAIŞê
Arşîv: Ala û çekên DAIŞê

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê roja Înê di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan berpirsekî payebilind yê Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê, yê bi navê Sokrat Xelîl girtiye.

Berpirsê girtî yê DAIŞê Sokrat Xelîl ku bi navê Ebdullah El Tefxîx tê naskirin, kesekî nêzîk û pêbawer yê Xelîfê Dewleta Îslamî DAIŞê Abu Bekir Al Bexdadî bû yê ku di operasyoneke hêzên Amerîkî de li Sûriyê hatbû kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî derbazkirina 5 slan li Tirkiyeyê, Xelîl bi pasaporteke sexte vegeriya Kurdistanê û di demeke kurt de hat desteserkirin."

Xelîl li gor tomareke dengî ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di malpera xwe ya Facebook'ê de weşand dibêje, ku ew sala 1987 li bajarê Mûsil hatiye dinê û sala 2013ê tevlî nav rêzên DAIŞê bûye.

Xelîl jibo Dewleta Îslamî (DAIŞ) bombe û peqîn çêdikirin, û Xelfê berê yê DAIŞê Al Bexdadî ew wezîfedarkirbû jibo lîderî û cibicîkirina operasyonên mezin.

Xelîl pir caran wezîfa Emîr di nava DAIŞê de wergirtîye û di beşa (Peqînan) de ya wê rêxistina tundrê rolek mezin hebû.

Herwiha daxuyaniyê got jî, ku ew di kontrolkirina Mûsilê ya sala 2014an de ji aliyê Dewleta Islamî ve bibû alîkar, û beşdarî gelek şerên li dijî hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge bibû.

Tawanbarê girtî dibêje, navê wî yê temam Osame Xelîl Îsmaîl Hamûd Al Hamdûnî ye û sala 2017 çûye Sûriyê.

Jêder: Reuters/EAHK

XS
SM
MD
LG