Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Hewîce: DAIŞ li Jêr Zemînan Dijî


Alayekî DAIŞê

Berpirsekî qeza Hewêce li rojavayê Kerkuk, horgiliyên liv û tevgera çekdarên DAIŞê û rewşa ewlekarîya wê qezayê eşke dike, bajarokê Hewîce binghek sereke ya çekdarên DAIŞê ye.

Ehmed Xûrşîd, endamê Encûmena Qeza Hewîce got"rewşa nava bajarokê Hewîce niha başe, kêm kes vegeriyane ser cih û malên xwe, qelebalix ti ne ye, lê bi şev DAIŞ gundên dewrûberên Hewîce kontrol dike".

Wî berpirsî herwiha da zanîn ku, şeva derbazbûyî 40 çekdarên DAIŞê êrişî gundê "Batme" kir li nêzîk Hewîce, xelkê gund cemandin û telefonên wan jê stendin, paşan xwarin ji xwe re birin û derketin.

Xûrşîd dibêje, nêzîkî 600 çekdarên DAIŞ'ê li wê herêmê hene, tonel çêkirine, jeneratorên elektirîkê û xwarin û pêdiviyên xwe yên jiyanê birine di wan tonêlan de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG