Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newzad Hadî: Êrîşkarekî Ser Parêzgeha Hewlêr Endamê Partiyek Îslamîye li Herêma Kurdistanê


Newzad Hadî, Parêzgarê Hewlêr

Parêzgarê Hewlêr Newzad Hadî di hevpeyvîna xwe ya taybet de bo Dengê Amerîka dibêje"ew Kurdên di nava DAIŞ'ê de hatine kuştin, yan jî heta niha di nava DAIŞ'ê de ne, rabûriyê wan yê ji partîyên Îslamî li Herêma Kurdistana Îraqê tê û girêdana wan bi wan partîyan re her heye, heta yek ji wan kesên êrîşî avahiyê parêzgeha Hewlêr kir bûn, nasnama endametiya partiyek Îslamî li herêma Kurdistanê pê re bû".

Hadî herwiha dibêje, wî kesî, heta di kampeyna hilbiartinên vê dawiyê de jî piştevaniya wê partiya Îslamî dikir, Hadî dîsan got, niha lêkolîn derbarê herdu kesên din yên beşdarî êrîşê bûbûn tên kirin, ewê piştî encama lêkolînan nasnama wan dîsan eşkere bibe.

Di beşkeî din yê axiftinên xwe de Newzad Hadî dibêje,"raste DAIŞ li Kurdistanê rêxistinek çekdar ne bihêze, her wek di erîşa sê kesan de bo se avahiyê parêzgeha Hewlêr zelal dibe, bi wê êrîşê xweya dibe ku, DAIŞ bi fikir heye, dîsan ew jî raste ku DAIŞ'ê weke berê herêmên berfireh di dest de nemane, lê ji aliyê fikrê ve li Herêma Kurdistanê jî weke her ciyekî Ewrûpa yan Cîhanê fikra tûnrê ya DAIŞ'ê heye".

Hadî dibêje " mixabin ku niha çendîn fermanên girtina hejmarek ji endamên wê partiya Îslamê li Herêmê hatine dan".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, roja Dûşemê 23î Tîrmehê serê sibê, Sê kesên çekdar êrîşî ser avahiyê parêzgeha Hewlêr kir bûn, di encam de kesek hat bû kuştin û hejmarek birîndar hebûn, hersê êrîşkar ji aliyê hêzên Ewlekarîyê de hatbûn kuştin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:49 0:00

XS
SM
MD
LG