Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Otombîlên Neferan Diçin Baxoz Bo Veguhastina Sivîlan


Çavkaniyên Hêzênê Sûriya Demokrat Sêşemê da eşkerkirin ku hejamerk otombîlên neferan çûne bingeha dawiyê ya çekdarên DAIŞê da ku sivîlan ji herêma şer veguhêzin, ciyek bi ewle.

Dîdevanan li nêzîk Baxoz ji ajansa Reuters re daye zanîn ku wan dîtiye hejmarek basên neferhilgir ketine ser rêya diçe gundê Baxoz ber bi herêma dawiyê diçin, ya ku çekdarên terorsît yên tundrê lê dimînin da ku sivîlan ji wê herêmê veguhêzin.

Hêzên Sûriya Demokrat dibêjin, bermayên çekdarên DAIŞê tu rêyek nemaye jibilî xweradest kirinê.

Wek tê zanîn, ev çend rojin Hêzên Sûriya Demokrat HSD ya ku ji aliyê Amerîka vet ê piştevanîkirin, di çargoşek tend de, bermayên çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.

XS
SM
MD
LG