Raportan ji Rojavayê Îraqê ragihand ku hêzên ewlehîyê yên Îraqê di operasyoneke paqijkirinê de li çola navçeya Rutbe ya li parêzgeha Enbarê gelek çek, alav û teqemenî desteser kirin.
Şaredarê navçeya Rutbe ya li Enbar eşkere kir ku piştî girtina endamekî Daişê, ew çek hatine eşkere kirin.
Derbarê çawanîya vedîtina depoya çekên Daişê raportan ragihand ku li Ramadî dema roja 27ê Çile ya meha borî endamekî Daişê hat girtin, wî kesî navê du endamên din daye sazîya ewlehîyê, piştî ku ew her du kes jî hatin girtin emabara çek li Rutba eşkere kirine.
Wezareta Navxwe ya Îraqê daxuyanîyek weşand û eşkere kir ku hêzên ewlehîya Îraqê û hin sazîyên Îstîxbaratî û leşkerî operasyonek li parêzgeha Enbar li deverên Wadî el-Qedhf, el-Celebat, el-Mu'ayla û herêma Semilê li dij şaneyên Daişê encam da û operasyonê sê roja dom kir.
Li gorî daxuyanîya Wezaretê, di encama operasyonê de çek, alav û teqemenî hatine desteserkirin.
Rojnamevan Ziyai el-Hemdanî ku li bajarê Ramadî yê navenda parêzgeha Enbar dimîne, gote Dengê Amerîka, "Herêma sînorî ya li parêzgeha Enbar û Nînewa ku herêmek deşt û çol e, destpêka aloziyên li Sûriyê di rewşek nebaş de bû, tevger û bizavên Daişê zêde bibûn, lê niha heta astekê rewş aram tire."
El Hemdanî got, piştî ku hêzên hevpeymanan a bi serkêşîya Amerîka li bingeha Eyn Asad neman niha Îraq bi hêza xwe û pêzanînên Îsrtîxbaratî operasyonan li dij şaneyên Daişê encam dide.
"Piranîya çalakîyan li herêma Rutbe û a sînorî tên encam dan, bi taybet li Wadî El Hurran û Wadî el-Qedhf , ji ber ku erdnîgarîya wan herêman asê ye, ew dibin sitargehên destdayî bo şaneyên Daişê."
"Niha hikûmeta Îraqê parastina wan herêman kîrîye planek stratejî, bi kontrol kirina esmanî, Îstîxbarat û kemînên wextî û bi şev û roj lênêrîn û lêgerîn hene lewan hêzên Îraqî dikarin ciyên wan yên lojistîkî û alîkariyan kontrol bikin,"el- Hemdanî got.