Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Kerkuk Û Tikrît Bûrcên Elektrîkê Armanc Digire


Çekdarên DAIŞ'ê vê dawiyê li ser bingeha partîzaniyê grûbên biçûk drûst kirine û li rojava û başûrê Kerkukê belav bûne, armanca wan ya sereke têkdan û wêran kirin bûrc û stûnên elektirîkê ye.

Ehmed Xorşîd endamê Encûmena qeza Hewîce li rojavayê Kerkukê dibêje"plana DAIŞ'ê teqandin û wêrankirina bingehên elektirîkê ye û sektora xizmetgozariyan e".

Xorşîd dibêje " bi vê rê DAIŞ, dixwaze têkiliyên di navbera gel û hikûmetê de aloz bike û ji bo mebestên xwe wan aloziyan bikar bîne".

DAIŞ van çalakiyan di wî çaxî de encam dide, dem li piraniya bajarên Îraqê gel xwepêşandanan li dij hikûmetê pêktîne, jiber nebûna av, kareb û xizmetgozariyên din, lê li Kerkuk jiber aloziya rewşa ewlekarî û tedbîr stendinên bihêz xelkî heta niha xwepêşandan pêk ne anîne.

Necat Hûsên, endamê Encûmena Parêzgeha Kerkuk got"DAIŞ'ê ew hêz nemaye ku êrîşên berfireh bike, lê bi şêweyê grûbên biçûk, biçûk li ser şêweyê şerê partîzanî êrîşan car caran dike".

Hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞ'ê li başûr û başûrê rojavayê Kerkuk belav bûne, tê texmîn kirin ku hejmara wan bigihîje 600 çekdaran.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:05 0:00

XS
SM
MD
LG