Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dêrezorê di Êrîşa Nû ya DAIŞ'ê de 3 Şervanên HSD'ê Canê Xwe ji Dest Da û 7 jî Birîndar Bûn


Dîmenên Dronê yên bajarokê Al-Shahil Dêrezor
Dîmenên Dronê yên bajarokê Al-Shahil Dêrezor

Doh Înê êvarî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)'ê ragihand ku Daişê li bajarokê El-Şihêl yê girêdayî gundewarê rojhilatê Dêrezorê bi otomobîlek bombebarkirî êrişî xaleka wan kir.

"Xwekuj li ber derîyê xala leşkerî otobîl teqand, Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 şervanên me jî birîndar bûn," daxuyanîya HSD got.

Piştî êrîşa bi otobîla mayînkirî, hejmarek çekdaran êrîş anîn heman xalê.

HSD di daxuyanîyê de tekez kir ku çekdarên êrîşkar milîsên ser bi rêjîma Sûrîyê ve bûn.

Li gorî daxuyaniya HSD'ê şervanekî wan jî jiber êrişa milîsên rêjîmê canê xwe ji dest da.

HSD Dibêje Milîsên Rêjîmê û Daişê Hevkar in

HSD berdewam li Dêrazorê li rastî êrîşên milîsên rêjîma Sûrîyê û Îranê ve tê.

li alîyekî din, cihê herî ku şaneyên Daişê têde aktîvin herêma Dêrazorê ye.

Berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku agahîyê wan,hevkarîya milîsên rêjîmê û şaneyên Daişê tekez dikin.

"Şaneyên Daişê û milîsên Rêjîm Îranê Li Dêrazorê di hevkarîyê de ne,"Elî got.

Dêrazorê Herêmek Nakok e

Çemê Firatê li Dêrazorê di navbera hêzên nakok de cûda kir ye.

Li rojavayê çemê Firatê li jêr kontirola rêjîma Sûrîyê û alîgirên wê de ye, û li rojhilatên Firatê ji alîyê HSDê û koalisyonê ve tê kontirol kirin.

Ramî Ebdulrehman rêvebirê çavdêrîya Sûrî ya mafê mirovan (SOHR) ji bo Dengê Amerîka eşkere kir ku hefteya bûrî 100 çekdarên xwekuij yên Daişê ji Badîya navarasta Sûrîyê ber bi Dêrazorê ve li çemê Firatê derbas kirin.

"Îranê rê ber navbera 90 heya 100 çedarên Daişê ber bi herêmên Dêrazorê ve vekir, ku çemê Firatê derbas kirin, "Ebdulrehman got.

Şîrovekarên rewşa leşkerî li Sûrîyê bawer dikin ku li Badîya navarasta Sûrîyê milîsên bi ser Îran û rêjîma Sûrîyê korîdorên ewle ji çekdarên Daişê re ber bi herêmên HSD ve li Dêrazorê vekir ne.

Rojnamevan Lamara Erkendî dibêje mîlîsîn Îranê û Daişê li Sûrîyê û Îraqê di hevkarîyê de ne.

Erkendî Îda dike ku herdû alî di warê agahî, veguhestina çek û madeyên hişbir de karê hev hêsan dikin.

"Daişê qaçaxçîya milîsan ya madeyên hişbir û çekan ji Iraqî ber bi Sûriyê ve hêsan dike, bermaberî vê yekê milîsên Îranî karê Daişê wek qacaxçiya çekan û tevgera wê ber herêmên HSD ve hêsan dike,"Erkendî got.

Li gorî amarên HSD'ê, ku ji alîyê deszgehên nêzîkî wê ve hatin belavkirin, Di navbera 1’ê Çile û 30’ê Nîsana borî de Daişê 177 êrîş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne.

Ev rêje ya êrîşan ya herî bilinde ji 2019an ve.

Şîrovekar bawer dikin ku bêyî hevkarîya Daişê bi milîsên rêjîm û Îranê re wê ev rêje ya êrîşan ne pêkan be, nexasim ku her dû alî xwedî heman armanc in, bi taybetî li herêma Dêrazorê.

Raporta Zana Omer 11-05-2024.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
XS
SM
MD
LG