Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandina Endamên DAÎŞ'ê Yên Bîyanî Ji Tirkîyê Bo Ewrupa


Artêşa Tirkîye û komên çekdar yên girêdayî wê 9'ê Cotmehê operasyonek leşkerî li dijî bakurê Surîyê dabû destpê kirin. Di vê pêvajoyê de Tirkîyê dîyar dike ku jin û zarok jî di nav de 287 endamên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) hatine desteser kirin.

Herwiha Tirkîye dibêje, ji van 45 DAÎŞ'î hemwelatîyê wan in. û 242 kes din jî bîyanî ne.

Li gor wezîrê Karê Navxweyî Yê Tirkîyê Suleyman Soylu, di girtîgehên Tirkîyê de hêjmara girtîyên DAÎŞ’ê nêzikî 1200 kesan e. Dîsa ji vê hêjmarê jî 22 jê jin 750 DAÎŞ’î bîyanî ne.

Heta niha li gor daxuyanîyên reveberên Tirkîyê 10 kesên Alman, 1 Amerîkî 1 İngilîz ku bi gumanا DAÎŞ'ê ewan şandîn welatên wan. Herwiha Soylu destnîşan kir ku 6 yan 7 kesên ji Hollanda û Îrlanda dê werin şandin.

Li alîyek din, piştî şandina endamên DAÎŞ'ê dewletên Ewrupî jî ketin nava tevgerê Fransa û Danîmarka û hin dewletên din ên Ewrupa dixwazin endamên DAÎŞ’ê cihên lê suc kirine werin darizandin.

Rojnameger û nivîskarê pirtûkê “DAİŞ û Tirkîye – Em Kujerî Nas Dikin” Erk Acarer li ser şandina DAİŞ'î yên bîyanî pirsen Dengê Amerîka bersivand. Acarer dibêje şandina DAÎŞ’î yan li gor hiquqa navnetewî pêk tê.

Raporta Mem Botanî - Îstanbol 25 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:37 0:00


XS
SM
MD
LG