Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Bêtirî 300 Kesan bi Tawana Têkiliyên bi DAIŞ'ê re Hatin Girtin


Polîsekê Tikriyê
Polîsekê Tikriyê

Wezîrê Navxwe yê Tikiyê Alî Yerlikaya roja Înê got, piştî destpêkirina operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DAIŞ'ê, rayedarên Tirk 304 kes bi tawana têkiliya bi wê rêxistinê re girtin.

Li 32 bajaran, di nav de Stenbol û Enqereyê jî, di yek wext de hêzên ewlekariyê serdegirtin pêk anîn. Yerlikaya di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku tenê li Stenbolê 86 gumanbar hatine girtin.

Li gor Ajansa France-Presse, Yerlikaya got, "Heta ku terorîstê dawî were bêbandorkirin, emê bi hemû biryardarî şerê terorê bikin."

Tirkiye di navbera salên 2015 û 2017'an de bûye cihê gelek êrîşan ku hinek ji wan êrîşan bi DAIŞê ve hatibûn girêdan.

Di Çileya 2017'an de êrîşek li ser klûbeke şevê ya Stenbolê pêk hatibû, ku rêxistina DAIŞ'ê berpirsyariya wê girtibû ser xwe. Di encamê de 39 kes hatibûn kuştin, herwiha di sala 2015'an de jî 109 kes di êrîşekê de hatibûn kuştin ku li navenda statsyoneke trênê li Enqerê qewimîbû. Ew êrîş jî DAIŞ'ê pêk anîbû.

Jêder: AFP/X

XS
SM
MD
LG