Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 3 Jinên Medyakar li Afganistanê


Termê yek ji sê rojnamevanên jin ku hatine kuştin
Termê yek ji sê rojnamevanên jin ku hatine kuştin

Dewleta Îslamî "DAIŞ"ê, Çarşemê berpirsîya êrîşa kuştina sê karmendên jin yên ragihandinê ya ku li rojhilatê Afganistanê pêkhatî girte ser xwe.

Koma îstixbaratê SITE ragihand ku rexistina çekdar DAIŞ ku hebûna wê li Afganistanê heye, dîyar kiriye ku mîlîtanên wan êvara Sêşemê sê karmendên jin yên televîzyonek li rojhilatê bajarê Jalalabad kirine armanc.

Karbidestên Afganî dîyar kirin ku sê jinên ku bo televîzyona herêmî ya bi navê Enikass TV dixebitîn, di navbera 18 û 20 temenî de bûn û dema ku ji kar vedigeryan malên xwe hatine kuştin.

Cenazeyên wan îro piştî merasîmên olî hatine bin ax kirin.

Hevdem, di êrîşa kujer de jineke çaremîn jî birîndar bûye û birîye nexweşxanê, li gor karbidestan rewşa wê ne baş e.

Serokê Afganistanê Eşref Ganî bi daxuyanîyeke ku ji ofîsa wî hat weşandin êrîş şermezar kir.

"Êrîşên bi vî rengî yên dijî hemwelatîyên meyên bêguneh,bi taybet yên hemberî jinan, berevajîya Îslamê, çanda Afganî û gîyana aşitîyê dikin, û ker wiha kirîz û şerê heyî dijwar û dirêj dikin " Ganî got.

Talîban ku di destpêkê de ji hêla polîsê herêmî ve hatibû tawanbar kirin, têkilî ya xwe ya bi êrîşê re red kir.

Li Afganistanê, di mehên dawî de êrîşên dijî xebatkarên medyayê û endamên civaka sivîl yên li navenda bajaran zêdetir dibe, tevî ku li paytexta Qatar Doha jibo aştiyê danûstandin têne kirin.

Di navbera hikûmeta Afganî û Tevgera Talîbanê de danûstandinên aştîyê di Îlona 2020'an de li paytext Doha ya Qeterê bi navbeynkariya Amerîka destpê kiribû.

Lê, danûstandin pir hêdî didomin jiber ku rêvebirîya nû ya Biden pilanên xwe yên bo pêyvajoya aştiyê jinûve dinirxîne û plansazîya bo vekişandina hêzên xwe yên li Afganistanê ya di Gulanê de, nîqaş dike.

XS
SM
MD
LG