Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya terorîst îro Pêncşemê piştrast kir ku rêberê wî Ebu Bekir Bexdadî di operasyoneke Amerîkî de li bakurê rojavayê Sûrîyê hate kuştin.
DAIŞ’ê di peyameke dengî de ragihand ku ewê ji Amerîka tola kuştina Bexdadî hilde.
DAIŞ’ê herwiha ragihand ku Ebu Îbrahim el-Haşimî el-Qureyşî wê li şûna Bexdadî bibe rêberê wê yê nû.
Di mesajê de herwiha tê piştrast kirin ku berdevikê wê Ebu el-Hesen el-Muhacir jî hate kuştin.
Serokê Amerîka Donald Trump roja Yekşemê ragihandibû ku Bexdadî di operasyoneke wan de hatiye kuştin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê General Mazlum Kobanî jî ragihandibû ku Bexdadî û Muhacir di encama îstixbarata wan de, bi operasyonên hevbeş hatine kuştin.