Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Hişyar Dike ku DAIŞ Careke Din bi Hêz Dibe


Roja yekê ya vê salê de oprasyonên hevbeş yên HSD û koalîsyona navneteweyî dijî DAIŞ’ê pir aktîf bûne.

Di nava 10 rojan ji yekê vê mehê heya dema amadekirina vê raporê, 21 çekdarên DAIŞ’ê hatin girtin, 3 çekdarên DAIŞ’ê yên Îraqî li gundê Ebunetil ya girêdayî Bisêra hatine kuştin.

Li gor navenda ragihandina HSD’ê ku di berbanga yekê mehê, di encama oprasyoneke hevbeş ya koalisyon û HSD’ê de ku 14 endamên DAIŞ’ê li bajarokên Bisêra û Siwer hatin girtin.

Herwisa çekdarekî DAIŞ’ê hemwelatîyê Îraqî hat kuştin.

Mervan Rojava
Mervan Rojava

Di encama oprasyonên ji 2 heya 6 vê mehê de 5 çekdarên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê û Bisêra hatin girtin.

Berpirsê ofîsa ragihandina YPG’ê Mervan Rojava got ku DAIŞ plana êrîşên mezin dike, lê operasyonên wan yên dijî DAIŞ’ê rê li ber wan êrîşan digirin.

Li alîyekî din, rojane torên DAIŞ’ê yên veşartî li devera navbera Şedadê heya ber bi çemê Firatê, herwisa li devera Reqayê êrîşan pêktînin.

DAIŞ’ê ji yekê vê mehê heya dema amadekirina vê raporê, 16 êrîşên çekdarî li ser hêzên ewlekarî û HSD û sivîlan pêk anînku ji wan 7 li kampa Holê qewimîn û di encama wê de 9 jin û mêr li wê kampê hatine kuştin.

Herwisa, di heyama heman demê de DAIŞ’ê 18 teqîn bi bi rêya mayînan pêk anîn ku piranîya wan li dora bajarokê Siwer ya girêdayî Dêrezorê çêbûn û di nava qurbanîyan de zarok û sivîl jî hene.

Li gor brepirsê ragihandina YPG’ê, DAIŞ sûdê ji êrîşên Tirkîyê yên ser hêzên HSD’ê werdigire.

Di bava sê mehên borî de êrîşên terorî yên DAIŞ’ê li rojhilat û rojavayê Firatê zêde bûne. Dîsa li çolistana Şamê, ku berfirehîya wê bi qasî 80 hezar kîlometrê çargoşe ye û sînorên wê digiheje 7 parêzgehan, DAIŞ pir aktîf bûye.

Çavdêr Dilbirîn Xelo dibêje ku DAIŞ li devera Dêrezorê, ku herî pir piştgirî daye wê, li bendê ye ku kontrolê careke din bigire destê xwe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG