Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê OIR: Hêzên Sûriya Demokrat Serkeftinek Din li Dij DAIŞê Bidest Xist


Hêzên HSDê li Dêrezor

Roja Çarşemê di hesaba fermî ya twîtera Navenda Hêzên Koalsyona Navnetwî ya ji Holê Rakirina DAIŞê û li ser navê peyvdarê Navendê kolonêl Wayne Marotto twîtek hatiye weşand û dibêje "Hêzên Sûriya Demokrat HSDê operasyoneke serkeftî li dij DAIŞê encam da, di wê operasyonê de terorîst hatin girtin, dest danî ser çekan û rê li hember êrîşên plankirî yên pêşerojê hat girtin "

Twîta Li gor komandariya operasyonên hevbeş(OIR), ya Amerîka û koalisyonê di şerê dijî Daişê ji holê rakirina DAIŞê li Îraq Û Sûriyê, dide zanîn ku ji dema hevkariya Koalisyona Navnetewî ya li Diji DAIŞê ji sala 2014ê me li gel hevpeymanên xwe yên Sûrî hevkariyek baş heye jibo jinav birina DAIŞê da ku aştî û aramiyek maynde li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê berqera bibe.

Çavkaniyên Komandariya operasyonên hevbe li gor twîtera ku ji aliyê Navenda Hevkarî û Operasyonên Leşkerî ya HSDê ve hatiye weşandin ku ew jî dibêje"Bi piştevaniya Koalsyona Navnetewî yekîneyêntaybet yên Hêzên Sûriya Demokrat HSDê enadamê DAIŞ li Shahail li gundewarên rojhilatê Dêrezorê girt, yêêrîên kuştinê li hember xalên ewlekariyê encam dabûn, her wiha dest bi ser çekan û cilên resmî de hatiye girtin."

XS
SM
MD
LG