Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Herêmên Nakokbar Dest bi Êrîşan Dike


Arşîv: Herêma Kerkuk
Arşîv: Herêma Kerkuk

Çekdarên DAIŞê li herêmên nakokbar li Selahedîn û Diyala dest bi liv û tevgerê kirîye. Doh Çarşemê dîmenên vîdeoyê yên pêşmergeyekî weşand dema serê wî jê dikin, ew pêşmerge berî niha ji aliyên çekdarên DAIŞê da hatbû revandin .

Şeva borî li nahiya Celwela, heman çekdaran êrîş birîye ser bingehên leşkerê Îraqê li Celewla şer heta derengî dom dikir.

Rêveberê Aasayîşa Koleco efser Şemal Abdurahman gote Dengê Amerîka "Pêşî çekdarên DAIŞê bi qensan û bi rêya dûrbînên şevê êrîş birine ser bingehên leşkerê Îraqê û ew şikandine, bi şev êrîş kirine daku eşkere nebin. "

Şemal, zelal dike û dibêje, di êrîşa DAIŞê bo ser bingehên leşkerê Îraqê li gundê Şîrkê leşkerek hatiye kuştin û paşan erebeya leşkerî ya ji cûrê Hamar şewitandîye û çend leşker birîndar kirine, heta "Drenegî şev şerê berdewam bû". Şemal Abdurahman got.

Çend seatan berî destpêkirina êrîşê. DAIŞê dîmenên serbirîna kesekî di pêgehên xwe yên elektironî û online da weşand, kesê serê wî hatî birîn Asaad Alî ye, pêşmergê berê bû, xwecihê gundê Qelayê ye li nêzîk qeza Xurmato bû, ew kes pêşî li nahiya Celewla pêşmerge bû, paşî dest ji pêşmergatiyê berda ye.

Çavkaniyekê ji herêmê bo Dengê Amerîka ku nexwest navê wî bihê eşkera kirin got"Asaad Alî du mehan berî niha, li herêma Tawêre Kewey ya li nêzî Xurmato, ji aliyê DAIŞê ve serê wî jê kirîye, lê niha dîmenên serbirîna wî weşandine".

Piştî ku êrîşa DAIŞê li herêmê û bo ser gundê Şîrk pêkhat, leşkerê Îraqê herêm topbaran kir, di encama hawen avêtin û topbaranê de kesek sivîl birîndar bû.

Efser û rêveberê asayîşê Şemal got"Hawenek leşkerê Îraqê ketiye nav malekê li gundê Îslah, keçek birîndar bûye".

Berî êrîşa şeva borî ya DAIŞê dest pê bike, plan weha bû ku pêşmerge û leşkerê Îraqê bi hevkarî êrîşa wan herêma bikin bo paqij kirina ji çekdarên DAIŞê lê şûnda derket holê ku pêşmerge û leşkerê Îraqê derbarê hevkariyê negihane ti encaman.

Raporta Dilşad Anwer - Kerkuk 30 07 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

XS
SM
MD
LG