Karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê îro roja Înîyê ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşê gundekî li bakurê heremê kirine.
Di encama êrîşê li herema Maxmurê de sê gundî û 10 pêşmergên Kurd hatine kuştin.
Hêzên çekdar yên Herêma Kurdistanê, Pêşmerge, jî ser bûyerê daxuyanîyekê ragihand ku çekdarên DAIŞ'ê di saetên pêş ya Înîyê de êrîşî gund kirine, gundîyan hewldane ku xwe biparêzin û di encamê de 3 rûniştvanên gund hatine kuştin.
Pêşmerge da zanîn ku hêzên wan piştî nûçeya êrîşê çûne gund û pevçûn derketine û her wiha di encamê de herî kêm 7 leşkerên wan hatine kuştin.
Karbidestên asayîş û nexweşxaneyên Kurdîstanê ragihandin ku hejmara dawî ya kuştîyan herî kêm 10 pêşmerge û 3 gundî ne.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo rawestandina çalakîyên çekdarên DAIŞ' ê banga zêdetir hevkarîya ewlekarî ya di navbera Kurdên Îraqî û hêzên ewlekarî yên Îraqî, bang kir.
Maxmur heremeke çiyayî ye ku bi qasî 70 km li başûrê rojhilatê Mûsilê û 60 km libaşûrê rojavayê paytexta Kurdistanê Hewlêrê ye.
Karbidest û pisporên Îraqî demekî direjê ku jiber berdewamîya kanîna DAIŞ'ê ya êrîşên kujêr pirsgirêka koordinasyona li herem ê tawanbar dikin, ku hem Bexda û hem jî Hewlêr kontrola vê heremê dixwazin.
Dewleta Îslamî di navbera 2014 û 2017'an de nêzîkî sê yeka Îraqê kontrol kiribû, di nav de herêma Mexmûrê lû bajarên mezin yên wek Mûsilê jî.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, hêzên Îraqî û Kurd û milîsên Şîa yên bi piştgirîya Îranê di 2017'an de koma tundrê DAIŞ têk birin, lê endamên wê hîn jî li heremên bakurê Îraqê û bakurê rojhilatê Sûrîyê hene.
Karbidestên leşkerî yên welatên rojava dibêjin ku herî kêm 10,000 çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê mane.
Dewleta Îslamî (DAIŞ) heya niha pirsîyarîya êrîşê ne girtiye ser xwe.
Kom dijî hêzên ewlekarî û sivîlên li herêmê bi rêkûpêk êrîşan pêk tîne.