Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşa Dijî Nobedarên Sînorî li Tacîkistanê Hildigire Ser Xwe


Çekdarên DAIŞê
Çekdarên DAIŞê

Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Înê ragihand ku leşkerên wê êrîşa kujer ya roja Çarşemê pêk anî ku ser xaleke nobedarîya sînorî ya li Tacîkistanê hatibû kirin.

DAIŞ;ê bi rêka ajansa Amaq ya di kanala xwe ya Telegramê de ew daxuyanîya vîdyoyî belav kir.

Di peyama vîdyoyî de jimareke çekdarên bi rûberk ku xwe wek êrîşvan didin nasîn, dilsozîya xwe ji rêberê nû yê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî re radigihînin.

Qureyşî piştî kuştina Ebû Bekir Bexdadî ya di 26’ê Cotmehê de bûnû rêberê nê yê Dewleta Îslamî.

Hikûmeta Tacîkistanê ragihandibû ku di êrîşê de 15 mîlîtan û 1 nobedarê tixubî hatine kuştin, lê Amaqê îdia kir ku bi kêmî ve 10 hêzên Tacîkî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG