Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Duşemê berpirsîya jimareke peqînên kujêr yên dijî çekdarên Talîbanê yên li rojhilata Afganistanê girt ser xwe.
Pispor çaverê dikin ku xeterîya pevçûneke berfireh ya di navbera desthilatdarên nû yên Talîbanê û hevrikên wan yên demdirêj de, zêdetir bike.
Li bajarê Celalabad ya Afganîstanê di dawîya hefteyê de dijî meşînên Talîbanê hejmareke êrîşên bombeyî hatin kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin.
Hevdem, îro Duşemê jî li bajar sê peqînên din pêk hatine ku wek navenda DAIŞ'ê tê zanîn û li gor ragihandinên ne piştrastkirî kuştîyên Talîbanê zêde bûne.
Talîban di bin givaştinanan de ye da ku milîtanên DAIŞ'ê têke bin kontrolê, beşek ji soza ku dane civaka navneteweyî ku ewê êrîşên terorê li seraxa Afganistanê asteng bikin.
Hevdem, di nav Afganîyên ku ji pevçûnê westiyayî ne de bendewariyek berfireh heye ku- digel tirs û xofên jiber Talîbanê- desthilatdarên nû ewê bi kêmasî pîvanek ewlehîya giştî ava bikin.
Bombekirinên herî dawî yên DAIŞ'ê di demekê de ku Talîban rûbirûyê rêvebirîna welatekî ku çel salên bi sedema şer wêran bûye, pêk tên.
Li Afganistanê rewşa aborîyê xirabtir dibe, sîstema saxlemîyê li ber hilweşînê ye û bi hezaran welatîyên xwendî ji welêt revîne.
Komên alîkariyê yên navneteweyî pêşbînî dikin ku zuhabûn, birçîbûn û xizanî her diçe xirabtir dibe.
Peqînên bombeyî yên dawîya hefteyê wek hişyarîyeke gefê ya milîtanan bû.
Tenê çend hefte berê, dema ku hêzên Amerîkî û yên biyanî vekişîna xwe bi firînên dijwar Afganistanî temam dikirin, DAIŞ'ê li derveyî balafirgeha Kabulê êrîşêke kujer pêk anî.
Di wê peqînê de 169 Afganî û 13 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin.