Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ di Demên Dawîyê de Êrîşên Xwe Zêde Dike


Kampa Hol
Kampa Hol

Di nava du rojan de torên veşartî yên Daişê 3 xebatkarên saxlemîyê li herêmên Rêvebirîya Xweser armanc girtin.

Du ji wan hatin kuştin, yek bi giranî birîndar bû.

Du buyer ji wan di nava kampa Holê de pêk hatin, ku di encama têkçûna rewşa ewlekarî de sazî û rêxistinên mirovî û saxlemîyê heya demek nedîyar karê xwe rawestandin.

Di heyama 2 rojan de şaneyên Daişê 3 xebatkarên saxlemîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê armanc girt.

Roja 11ê vê mehê 2 êrîş li di deverên cûda pêk hatin.

Êrîşa yekê, êrîşkarên rû veşartî li ser motosklêt êrîş Dr. Abdulmufdî Elî li nêzî Nexweşxaneya Elkindî li bajarokê Elteyana, li rojhilata Dêrezorê armanc girtin û kuştin.

Êrîşa duyê li kampa Holê pêk hat, di encam de xebatkarê Tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed hat kuştin.

Her wiha li gorî agahîyan xebatkarekî Xaca Sor ya Navdewletî li kampa Holê roja 12ê vê mehê rastî êrîşek bi amûreke tûj hat û bi giranî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya HSK, du kes bi bihaneya nexweşiyê derbasî xala Heyva Sor a Kurd a li kampa Holê dibin û endamê Heyva Sor bi guleyek e di serê wî de wî dikujin. Her wisa hat zanîn ku êrîşkar karîbûn nava kampê de birevin.

Endama nivîsgeha ragihandinê ya HSK Sozdar Ehmed got ku Basim Mihemed ev 5 sal in ku di nava Heyva Sor A Kurdî de xizmetên saxlemîyê pêşkêşî dikir.

Li gor agahîyan ku dezgehên saxlemîyê di nava kampê de rawestandina kar ragihandin.

Çavkanîyên cûda ev agahî tekez dikin ku piranîya rêxistinan Çarşemê karê xwe jibo rêzgirtina gîyanê xebatkarê HSK rawestandine.

Hêjaye gotinê ye ku heya dema amadekirina vê raporê hêzên ewlkarîyê di amadebaşîyê de ne û hêzek piştîvan ji HSD û hêzên HAT ber bi kampê ve hatin şandin.

ZO_1_13_2022_Êrîş_DAIŞ
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG