Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Liv Û Tevgera DAIŞ'ê Zêde Dibe Û ‌Hêzên Pêşmerge di Amadebaşîyê Dane


Pêşmergê Herêma Kurdistan Îraqê, li hemû eniyên şer yên li Kerkuk, Diyale û Selahedîn ketine di rewşa amadebaşiyê de, jiber liv ê tevgera zêde ya çekadarên DAIŞ'ê li wan herêman.

Pêşmerge tedbîrên xwe distîne piştî ku, şeva borî DAIŞ'ê êrîşa bi bombeyan kir bû ser çeperên pêşmerge li başûrê Kerkukê.

Efser Farûq Ehmed rêvebirê asayîşa Xûrmato li parêzgeha Selahedîn (Tikrît) gote dengê Amerîka "Pêşmerge li sinorên Xûrmato di amadebaşiyê dane, DAIŞ'ê jî hêzeke ewqas anîne herêmê ku sala 2014an li heman herêmê, wê ew hêz nebû".

Herweha Faruq Ehmed dibêje "DAIŞ'ê plana êrîş kirinê heye lewan ewqas hêz kom kirîye, lê heta niha naveroka planê nayê zanîn".

Kawe Xerîb fermandarê polîsê Daqûq, li başûrê Kerkuk'ê dibêje DAIŞ'ê plana êrîş kirina ser sengerên Pêşmerge heye, dixwaze peyamekê bide ku, hêza wan heye, eger weke din, DAIŞ'ê hêza êrîşên mezin nemaye, weke Kawe Xerîb dibêje.

Temamiyê raportê li jêr heye.

Rapora Dilşad Enwer ji Kerkuk'ê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG