Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevgera Çekdarên DAIŞ'ê li Herêmên Nakokbar Geş Dibe


Alayekê DAŞ'ê li of Hawîce

Hejmarek zêde ya çekdarên DAIŞ’ê bi şêweyê grûbên biçûk li herêmên nakokbar li parêzgeha Kerkuk, Diyale û Selahedîn belav dibin, armanca wan encamdana şîdet û karên terorîstîye.

Nazim Kehîye, perpirsê berê yê têkiliyên di nava Pêşmerge û Heşda Şaabî de li kerkuk dibêje "liv û tevgera çekdarên DAIŞ’ê ewqas li Hawîce zêde bûye berpirsên ewlekariyê ditirsin ku, car din ew bajar bikeve jêr kontrola DAIŞ’ê".

Herwiha got" DAIŞ’ên ku berî nihe li Hawêce bûn xwe veşart bûn, nihe li herêmê çalak bûne".

Meha bûrî, DAIŞ’ê li nehiya Zab, Riyaz û sînorên Hawîce çendîn berpirsên polîsan û kesayetî û welatiyên wan herêman kuştine.

Çend şevan berê, li navenda qeza Xaneqîn ya girêdayî parêzgeha Diyala ku, ewlekariya wê nihe di dest hêzên Îraqî de ye, çend çekdarên serûçav girtî 7 xûrt kuştin û 2 jî birîndar kirin.

Li gûr lêkolînên destpêkê zelal bûye ku, çekdarên DAIŞ’ê bi matorsiklan ji gund û herêmên dewrûberên Xaneqîn bi dizî hatine di nava bajêr de.

Şêrko Mîrweysî berpirsê Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistan YNK’ê li Xaneqîn dibêje, ew çekdarên DAIŞ’ê yên xelkê Diyala bûn û li Mûsil şer dikirin, li gund û cihên dûr xwe bicî kir bûn,nihe ew ketine nava çalakiyan, Mîrweysî got"çekdarên DAIŞ’ê yên li wan herêman belav bûne dixwazin rewşa ewlekariya bajarokên li herêmê têk bidin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, herêmên nakokbar demek dirêj di dest Kurdan de bûn, lê piştî bûyera 16 Îlonê weke derencamên rêferanduma Herêma Kurdistanê, ew herêm ketine jêr kontrola hêzên Îraqê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG