Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Daişê de li Îraqê Fermandarek û 7 Polîs Hatin Kuştin


Ramadi, Iraq
Ramadi, Iraq

Ajansa Reuters ji Bexda paytexta Îraqê ragihand ku, li bajarê Hedîse 190 Kîlometran li bakûrê rojavayê Bexda, çekdarên Daişê êrîş birîye ser bingehekê leşkerên Îraqî, efserek di asta bilind de û 7 polîs hatine kuştin.

Îro Sêşemê 1î Adarê lîwa Ali Daboun fermandarê hêzên Badiyê û Cizîrê li rojavayê Îraqê jibo ajansa Reuters daye xuyakirin ku, Emîd rukin Ali Eboud fermandarê hêzên Cizîrê li nizîk bajarê Hedîse di êrîşekê de hatiye kuştin, lîwa Ali Daboun dibêje, 4 çekadrên Daişê yên xwekuj êrîş aniye ser bingeha fermandariya hêzên leşekerê Îraqê li nizîk bajarê Hedîse li ser sînorê Sûriyê û Iraqê di encama êrîşê de emîd Ali Eboud û 7 polîs hatine kûştin.

Hat zanîn ku, çekdarên Daişê bi cilên leşkerê îraqê xwe gihandiye bingehê serke yê serfermandariya hêzên leşkerê îraqê li nizîk Hedîse, şer û pevçûn di navbera leşker û çekdarên Daişê de rûdaye.

Bajarê Hedîse dikeve ser sînorê Îraq û Sûriyê, girêdayî parêzgeha Enbar ê li rojavayê welat, ku, pirnaiya xelkê wê herêmê siniyên Îraqî lê dijîn, Enbar weke herêma çekdarên Daiş û beriya niha jî çekdarên el-Qaide tê naskirin, sala derbasbûyî çekdarên dais bajarê Ramadî kontrol kirbûn, hêzên Îraqê bi hevkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan bajar ji çekdarên Daişê rizgar kirin, lê dîsan alozî li wê herêmê tên berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG