Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Çekdarên DAIŞ'ê Dadgeheke Taybet Ava Dibe


Medya Almanya ragihand ku bo darizandina çekarên Dewleta Îslamî (DAŞ) yên girtî dê li Îraq yan Qatarê dadgeheke taybet ya cezakirinê were ava kirin.

Nûnerên Almanya, Fînlandîya, Fransa, Brîtanya, Holanda, Swêd û Swîsre û yên Yekîtîya Ewrupa (YE) hefteya borî li Swîsrê kom bûbûn û ser avakirina dadgehê danûstandin kiribûn.

Dewletên Ewrupa naxwazin ku çekdarên Ewrupî yên li Sûrîye û Îraqê hatine girtin radestî welatên xwe bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku divê çekdar li welatên xwe werin darizandin.

Di operasyonên dawî yên dijî DAIŞ’ê de bi qasî 5000 çekdarên wê hatibûn girtin ku ji wan bi qasî 1000 kes Ewrupî ne.

XS
SM
MD
LG