Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ ji Helebê bi Temamî Vekişîya


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku DAIŞ, li Helebê ji 17 gundên di bin kontrola wê de bi temamî vekişîyaye. Vekişîna DAIŞ’ê ji alîyê jêderên leşkerî yên Sûrîyê jî hat piştrast kirin.

Dîrektorê SOHR’ê Ramî Abdel Rahmen, ji AFP’ê re dîyar kir ku DAIŞ, bi vekişîna ji 17 gund, ji Helebê bi temamî derketîye.

Rahman da zanîn ku hêzên rejîma Sûrîyê ew demek e li başûrê rojhilata Helebê pêşde diçin û do Pêncşemê rêka sereke ya li rojavayê Hama û bakurê rojhilata Reqa bi dest xistîye.

Dîrektorê SOHR’ê dîyar kir ku jiber ku rê ji bin kontrola DAIŞ’ê derketîye, rêxistina tundrê ji herêmê vekişîyaye.

Jêderekî leşkerî yê Sûrîyê jî bi şertê ku navê wî eşkere nebe, ji AFP’ê re got ku operasyonên artêşê didomin û DAIŞ ji çolterên Helebê ber bi herêma Hama û Reqa vekişîyaye

XS
SM
MD
LG