Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dîmenên Jinên Çekdar Belav Dike


Dewleta Îslamî (DAIŞ), dîmenên ku çekdarên xwe yên jin nas kirin dide belav kirin.

Di dîmenan de jinên ku li rojhilata Sûrîyê bi mêran re li enîyan in xuya dibin.

DAIŞ’ê di Cotmeha 2016’an de dîyar kiribû ku pevçûn giran dibin û bang li jinan kiribû ku ‘’tevlî cîhadê bibin’’

Berî vê bangê DAIŞ’ê ji jinan dixwest ku ‘’xizmeta mêrên xwe bikin û nifşên nû yên cîhadî mezin bikin’’

Dîmen di 7’ê Sibatê de hatin belav kirin û jinên ku rûyên wan bi temamî girtî ne li ber çekdarên mêr sekinî xuya dikin.

Dîmen ji rêza ‘’Ji Nav Xîlafetê’’ ya DAIŞ’ê hat weşandin û li ser kanalên rêxistinê yên li Telegramê hat par vekirin.

XS
SM
MD
LG