Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa li Kabulê Digire Ser Xwe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku berpirsîya êrîşa li Kabulê, Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtiye ser xwe.

Reutersê ew agahî di ser kanala Telegramê ya Ajansa Nûçeyan ya Amaqê ragihand.

DAIŞ’ê dîyar kir ku çekdarekî wan yê xwekuj, li Kampa Baran ya nêzî Firîngeha Kabulê kembera bi bombe peqandiye.

Wê rêxistinê da zanîn ku bi êrîşê hin leşkerên Amerîka, hevkar û wergêrên bo wan dixebitin û çekdarên Talîbanê jî di nav de bi qasî 60 kes hatine kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku karbidestên Brîtanya û Amerîka berî êrîşê bang li welatîyên xwe kiribûn ku neçin firîngehê û di nav qelebalixê de jî hay ji dora xwe hebin.

XS
SM
MD
LG