Reuters'ê ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji sînorê Sûrîyê heft roketên Grad firandine axa Lubnanê.
Di êrîşa roketî de ti kes birîndar nebû û nehat kuştin.
Jêderên ewlekarîya Lubnanê ji ajansê re dîyar kirin ku piştî çend salan cara yekê DAIŞ bi roketan êrîşî axa Lubnanê dike.
Roketên ku DAIŞ'ê avêtin li dora el-Qaa ketin û Artêşa Lubnanê jî bersîv da.
Hin herêmên li dora Arsalê û nêzî sînor di destê çekdarên DAIŞ'ê û Cephetul Nusra de ne.
Meha borî, Hizbullaha Lubnanê êrîş biribû ser çekdarên Nusra û ew ji herêmên wan derxistibûn.
Li ber e ku di demeke nêz de Artêşa Lubnanê, operasyoneke li dijî çekdarên DAIŞ'ê yên li sînorê Lubnanê li dar xîne.