Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Marsîlya Girt Ser Xwe


.
.

Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsîya êrîşa li metroya Marsîlya ya Frsansa girt ser xwe.

Di êrîşê de du jin bi kêrê hatibûn kuştin.

DAIŞ’ê berpirsîya êrîşê, di ser ajansa xwe ya fermî re ragihand.

Şahidên bûyerê dîyar kir ku êrîşvan li istasyona metro, bi kêrê êrîşî rêwîyan kiriye û berî wê jî gotiye ‘’Allahûekber’’

Wezîrê Navxweyî yê Fransa ji Twitterê da zanîn ku diçe Marsîlya.

Dozgerê Têkoşîna Dijî Terorê ya Fransa, dest bi vekolîna derbarê bûyerê kir.

Di vîdyoyên ku polis bi dest xistine de, xuya dibe ku êrîşvan berê qurbanîyekê kêr dike, wenda dibe û tê êrîşî qurbanîya duyê dike.

Polîs dîyar kir ku êrîşvan hewil daye êrîşî leşkeran jî bike.

Karbidestên Fransa nasnameyên êrîşvan û qurbanîyan eşkere nekirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ser êrîşê got ku ‘’barbarî’’ ye û bi tundî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG