Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Pêncşemê ji ser rojnameya xwe ya înternetê berpirsîya êrîşa New Yorkê girt ser xwe.
Êrîşvanê bi navê Sayfullo Saipov, li Manhattan ya New Yorkê bi kamyonê ketibû ser rêka bisîkletê û 8 kes keştibûn.
DAIŞ ji El-Naba, ku rojnameya heftane ya rêxistinê ye, dîyar kir ku ‘’êrîşvan leşkerekî xîlafetê ye’’ Rêxistina tundrê ser îdiaya xwe ti delîl neda.
Sayfullo Saipov ji nûçegîhanan re gotibû ku wî ji vîdyoyên DAIŞ’ê îlham girtîye û êrîşa xwe jî piştî temaşekirina wan vîdyoyan plan kiriye.
Saipov yê 29 salî dabû zanîn ku ew bi pêkanîna êrîşê kêfxweş e û wî ji berpirsan destûr xwestibû ku ala DAIŞ’ê li odeya xwe ya li nexweşxaneyê daliqîne.