Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa li St. Petersburgê, ku roja Çarşemê li dar ketibû, girt ser xwe.
Reuters’ê ji nûçeya ajansa Amaqê, ku wek malpera propaganda ya DAIŞ’ê tê zanîn, ragihand ku rêxistina tundrê êrîş pêk anîye.
‘’Leşkerên xîlafetê bi aweyekî serkeftî bombe li St. Petersburgê bi cîh kirin’’ DAIŞ’ê got.
Di êrîşa bombeyî de, ku li supermarketekê li dar ketibû, 13 kes birîndar bûbûn.
Serokê Rûsya do Pêncşemê ser êrîşa St. Petersburgê gotibû ku ‘’êrîşeke terorî ye’’