Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Navê Rêberê Xwe yê Nû Eşkere Kir


Ala rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)
Ala rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)

Rêxistina terorîst Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku Ebû el-Hesen el-Haşimî el-Qureyşî wek reberê nû yê rexistinê hatiye destnîşan kirin.

DAIŞ'ê ev daxuyanîya roja Pencşemê ragihand; zêdeyî mehekê piştî ku rêberê berê Ebû Îbrahîm Haşimî el-Qureyşî (Hecî Ebdulah) , di êrîşeke Amerîkî de li bakurê rojavaya Sûrîyê hat kuştin.

Emîrê nû yê DAIŞ'ê bi tomareke dengî ya zêdetirî 12 deqîqeyan, ya ku ser medyaya civakî hat belavkirin, hat dîyar kirin.

DAIŞ'e îda kir ku Ebû el-Hesen el-Haşimî el-Qureyşî ji demeke kurt piştî kuştina Hecî Ebdulah vir ve, seroktîya rêxistinê dike.

Daxuyanîya ku ji hêla berdevikê nû yê DAIŞ'e Ebû Omer el-Muhacir ve hat dayîn, mirina berdevikê berê Ebû Hemze el-Qureyşî jî piştrast kir, ku berîya niha nehatibû ragihandin.

Ebû el-Hesen el-Haşimî el-Qureyşî bi vê ragihandinê bû mîrê sêyan ya DAIŞ'e .

XS
SM
MD
LG