Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşên li Başûrê Sûrîyê Girt Ser Xwe


Arşîv
Arşîv

Bi kêmî ve 38 kes di êrîşên xwekuj yên li Suweyd de, ku li başûrê Sûrîyê û di bin kontrola hikûmetê de ye, hatin kuştin.

Medya dewletê ya Sûrîyê û çavdêr dîyar dikin ku êrîş li Suweyd û li dora wî pêk hatine.

Berpirsîya êrîşan Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşan de bi kêmî ve 30 kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Sûrîyê, di mehên borî de piranîya başûrê welêt jinûve bi dest xwe xistibû.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA dîyar kir ku piştî êrîşên xwekuj, karbidestên ewlekarîyê li dû du êrîşvanên din jî ketine, û berî ew xwe bipeqînin hatine kuştin.

Li sê gundên li bakurê rojhilta Suweyd jî êrîş pêk hatin, lê ser hejmara kuştî û birîndarên wan deran ti agahî nehat dayîn.

XS
SM
MD
LG