Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê: Peyvajoya Vekişîna ji Sûrîyê Destpê Kir


Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka ragihand ku peyvajoya vekişîna ji Sûrîyê destpê kiriye.

Kolonel Sean Ryan da zanîn ku di qonaxa vekişînê de ew dê ser tevgerên yekîneyan û dema vekişînê ti agahîyan nedin.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de gotibû ku ‘’Me DAIŞ têk bir’’ û dîyar kiribû ku dê vekişîna ji Sûrîyê destpê bike.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu do Pêncşemê gotibû ku operasyona wan ya dijî bakurê Surîyê ne girêdayî vekişîna Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG