Hêzên hikûmeta Îraqê ragihand ku di operasyona rizgarkirina Tel Afer de, du herêmên wî bajarî ji DAIŞ'ê hatine sitandin.
Karbidestên Îraqî dîyar dikin ku hêzên wan niha 3.5 kîometre dûrî navenda Tel Aferê ne.
Serokwezîrê Îraqê Heyer Abadî da zanîn ku li wî bajarî bi qasî 2000 çekdarên DAIŞ'ê hene.
Li Tel Aferê di navbera 10,000 - 40,000 sîvîl mane.
Berdevkê Haşdî Şabî Ahmed El-Assadî dîyar ku li herêmên El-Kîfah û El-Nur, kontrol bi temamî ketîye destê wan.
El-Assadî da zanln ku pevçûnên gur diqewimin û dibe ku sitandina Tel Afee bi hefteyan dom bike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku piştî operasyonê, bi hezaran kes ji Tel Afer revîne.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) dîyar kir ku di du rojên pêş de pirtir ji 3000 hatine kampên wan.