Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Vîdyokek Weşand ku Êrîşbirên Parîsê Nîşan dide


Rêxistina tundrê DAIŞ vîdyoyek weşand ku tê de 9 mîlîtanan nîşan dide ku di êrîşên terorîstî yên Parîsê de cîh girtine û li Îraq û Sûrîyê rehîneyan dijukin û serjê dikin.

Di vîdyo de dîmenên ji meha Mijdarê xwane dibin û gotinên wek “şerên ku Fransa tewandin ser çoka xwe” tên kar anîn.

Di vîdyoyê de herwiha wêneyên Serokwezîrê Brîtanî David Cameron jî xuya dibin û tê gotin ku “Kesên kafîr wê bibin armanca şûrên me.”

Hêjayî bîrxistinê ye hemî 9 mîlîtanên ku du vîdyo de xuya dibin, di dema êrîşê de yan jî di operasyonên dû re de hatibûn kuştin.

Tundrêyên ku piranî ji Belçîka û Fransa ne, di jimareke êrîş û teqekirinan de 130 kes li Parîsê kuştibûn.

XS
SM
MD
LG