Roja pênçşemê derora set 8 êvarî bi dema Qamişlo şaneyek Daişê êrîş anî ser girtîgeha Sina ya li taxa Xiwêran li Hesekê.
Li nêzî cihê zindanê 3 seherîcên Mazotê teqîyan. Şer pevçûn li derdora girtîgehê berdewam e.
Di raporê de berpirsên ragihadina HSD Ferhad Şamî agahîyên dawî û tekez bi Dengê Amerîka re parve dike.
Di van kêlîyan de derdora 8.30 êvarî bi dema Qamişlo, çekdarên Daişê êrîş anîn ser girtîgeha Senaa li Hesekê ku bêtirî 4000 girtîyên Daişê li hatin girtin.
Li gorî jêderên ewlekarîyê ji bo Dengê Amerîka gotin ku 7kes birîndar hene,di nav de 4 şervanên HSD di êrîşê de birîndar in.
her wisa heman jêderî tekez kir ku di heman dema êrîşê de girtîyên Daişê di nava zindanê de asêkirin dikin.
Berpirsê Ragihandina HSD Ferhad Şamî di daxuyanîyeke taybet de ji Dengê Amerîka agahîyên dawî anî ziman.
Yekser hêzên HSD derdora girtîgehê dorpêçkirine. Û balafirên kiwalisyonê bombeyên şewqê avêtin ezmanê girtîgeh û derdora wê.
Hat zanîn ku Daişê tirmpêleke mayînkirî li nêzî girtîgehê teqan berîya ku çekdarên Daişê ji taxên kêleka girtîgehê êrîş bikin.
Li gorî daxuyanîk ji HSD ku hêzên HSD û hêzên ewlekarîyê rê ber çekdarên Daişê girtin ku derbasî girtîgehê bibin.
Li gorî agahîyan ku heya niha dûman bi ser ezmanê cihê buyerê bilind be.
Li gorî daxuyanîya HSD ku hêzên ewlekarîya hindrîn û şervanên HSD di dema amadekirina vê raporê de di hejmarên mezin kontirola girtîgehê dikin.
Di dema ku asêkirin ji alîyê girtîyên Daişê berdewam e. û hewlên HSD oprasyona paqijkirinê li li taxên derdorê destpêkir ye. çekdarên êrîşkar yên Daişê hejmara wan ne dîyare heya dema amadekirina vê raporê.