Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesekî Bîyanî yê Gumanbar li Duhokê Hat Girtin


Xwecihekî bajarokê Sêmêlê yê Duhokê, dema pez diçerand dît ku kesekî nenas li wê herêmê tê û diçe.

Şivan bangî hin kesên din dike û ew dikevin pey wî, lê ew ber bi Gola Mûsilê ve direve. Ew li ser Çemê Dîcle, nêzîkî Sêmêlê tê girtin û di dema girtinê de ew bi tenê navê xudê û pêxemberan bang dike.

Dû re, asayîşa herêmê tê û wî kesî dibe. Heta niha pêzanînên fermî derbarê kesê girtî de nehatine dayîn, lê tenê hatîye gotin ku ew ji Gurcistanê ye.

Jêderên xwecîhî dibljin ku guman heye ew endamekî DAIŞ'ê be û ji Mûsil yan Talafar revîyabe.

Rizgarkirina bajarê Mûsilê do ji alîyê hikûmeta Îraqê ve bi fermî hatibû ragihandin û tê texmîn kirin ku hin endamên DAIŞ'ê revîbin.

Kesekê Biyanî yê Gomanbar li Sêmêlê Hat Girtin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:21 0:00

XS
SM
MD
LG