Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Lawaz Dibe


Piştî jidestdana gelek herêmên ku, ev demek bû li jêr kontrola çekdarên Dewlaeta Îsalmê (Daiş) de bûn, li Îraq û Sûriyê, ev rêxistin lawaz û bêhêz dibe.

Weke çavdêr didin zanîn ku, dewleta Îsalmê (Daiş) vê dawiyê gelek herêm jidest dane, dihê têbînî kirin ku, gelek endamên vê rêxistinê nava rêzên wê bicih dihêlin û direvin.

Lê li hember bêhêziya xwe, Daiş bombe û çekên kîmiyaî bikar tînin, weke çavdêr dibêjin, ev jî nîşana bêhêzî û bêçaryiya cîhadiyên Daişê ye.

Ji egera êrîşên esmanê yên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka û Rûsiya, herwiha ji egera êrîşên zemînî yên li dij çekdarên Daiş li Îraq û Sûriyê, gelek bajar û bingeh jidest Daişê hatine rizgarkirin.

Tê texmênkirin ku, çekdarên terrorist yên Daişê li Îraqê 40% ji erdê lijêr kontrola wan de bû jidest daye, herwiha li Sûriyê nêzîkî 20%.

Wek tê zanîn, li sala 2014an rêxistina kujer ya bi navê Dewleta Îsalamê, ruberekê mezin yê erdê Îraq û Sûriyê xist bû jêr kontrola xwe, heta dewroberên paytexta Îraqê Bexda berfireh bibû, xîlafeta xwe li wan herêman ragihand bû, lê çavdêr niha dibêjin, piraniya wî erdî ji çekdarên Daiş hatiye stendin û rêxistina wan ber bi bêhêzî û lawaziyê de diçe.

XS
SM
MD
LG