Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Geverê Du Dayikên Aştîyê û Kesekî Din di Bûyereke Trafîkê de Mirin


Dayikên Aştîyê
Dayikên Aştîyê

Li ser rêya bajarokê Gevera Colemêrgê, otomobîlek û kamyonek li hev ketin û di encama vê bûyera doh êvarîya Sêşemê de endamên meclîsa Dayîkên Aşitîyê Adalet Safali, Perîşan Akçelik û kurê Akçelîkê, Cîhan, canê xwe ji dest da.

Ajokarê otomobîlê parêzer Erdal Safali jî bi giranî birîndar bû.

Herdu Dayikên Aşitîyê û Cîhan Akçelîk jibo ku îfade bidin dozgerê Colemêrgê ligel parêzerê xwe Safali çûbûn navenda Colemêrgê. Lê jiber ku dozger ne li cihê xwe bûn, ew di dema vegerê de li ser rêya Geverê qeza kirin.

Herdu dayîk li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û Cîhan Akçelîk jî li nexweşxanê wefat kir. Parêzer Erdal Safali jî rakirine beşa awarte ya Nexweşxaneya Wanê.

Piştî bûyerê hat zanîn ku keça Dayika Aştîyê Perîşan (Sîsîn) Akçelîkê, Evîn û kurê wê Kajîn di 2016’an de dema di nav refên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bûn li Geverê û Niseybînê di operasyonên leşkerî de hatine kuştin. Piştî mirina herduyan bavê wan jî bi krîza dil canê xwe ji dest dabû.

Hevseroka Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (İHD) ya Colemêrgê Sîbel Çapraz, dibêje ku ev bûyer ne rûdanek trafîkê ya ji rêzê ye û got ku sedema mirina van dayikan bêxizmetî û bêdadî ye.

Bajarokê Geverê
Bajarokê Geverê

“Bi salan e, çêkirina rêyên Geverê neqedîya ye û ev yek dibe sedema bûyerên trafîkê. Herwiha birîndarên qezaya trafîkê li 2 nexweşxaneyên Colemêrgê hatin veguhastin jiber ku teknîk û alavên wan têra nake û herî dawî ew birîndar şandin Wanê. Ev jî dide nîşandin ku li vî bajarî ji her alî ve xizmeta dewletê kêm e û mafê jîyana rûniştvanan nayê parastin.”

Derheqê herdu Dayikên Aştîyê û Cîhan Akçelîk de bi îdiaya “endamtîya rêxistina çekdarî” biryara girtinê hebû û ew jiber wê bi otomobîla parêzer çûbûn serdozgerîya Colemêrgê û îfade xwe dabûn. Çapraz dibêje ku bo cezakirina dayîkan di dosyayên wan de çi delîl tune bûn û ew jixwe hatin berdan, ger dozger xwestiba dikarî bi rêya sîstema dîmen û deng (SEGBİS) bi rehetî îfadeyên wan wergire.

“Sedem her çi bibe bila bibe, ew kesên ku hatin desteser kirin, hem temenê wan mezin e, hem jî Dayikên Aştîyê ne. Wan kesan di emrê xwe de ji daxwaza aşitîyê pêvetir, tiştek din daxwaz nekirine. Mixabin li vir muameleyek keyfî heye, çî gava hez dikin bo xwe hincetekê peyda dikin û mirovan pir hêsanî desteser dikin. Tevî vê yêkê desteser kirinê dozger dikarî bi rêya SEGBİS’ê îfade wergire. Lê ev rewş jî, bûye şewazê ceza kirinê.” Çapraz got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 15ê Tabaxê de hêzên ewlekarîyê li Colemergê girtibûn ser çend malan û bi îdîaya “endamtîya rêxistina çekdarî” 23 kes ku ji wan 15 Dayikên Aşîtîyê bûn, girtibûn. Jiber ku Adalet Safali, Perîşan Akçelik û Cîhan Akçelik ne li malên xwe bûn ew nehatibûn desteser kirin. Hêjayî gotinê ye ku Însîyatîfa Dayikên Aşitîyê di sala 1999’an de hatiye avakirin û ew bo dawikirina şerê di navbera dewleta Tirk û PKK de ditêkoşin.

Raporta Wanê_AA_23_08_23_li geverê rûdana trafîkê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00
XS
SM
MD
LG