Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darline Graham: Cûdahîya di Navbera Min û Lindsey de di Siyaseta Derve de ye

Wezareta Cengê ya Amerîkayê roja Duşemê ji bo rêzgirtina li xizmeta leşkerî û dilsozîya Graham ji bo alîkarîya leşkerî, navê Bingeha esmanî a Hevbeş a Charlestonê ya li Karolînaya Başûr kir "Lindsey Graham".

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth, çend berpirsên hikûmetê û Senator Darline Graham, xwişka Lindsey Graham, ku demkî di posta wî de xizmet dike, di merasîmê de beşdar bûn.

Senator Darline Graham, ku Serok Trump piştgirîya wê dike, biryar daye ku ji bo kursiya Lindsey Graham bibe berbijêr. Hilbijartin ji bo Mijdarê hatine plankirin û heke ew bi ser bikeve, ew ê şeş salan nûnertiya Karolînaya Başûr bike.

Lindsey Graham yek ji senatorên herî çalak ên Amerîkayê di mijarên siyaseta derve û ewlekarîya neteweyî de bû. Ew yek ji parêzvanên herî bihêz ên Kurdan bû û di dema zêdetirî 20 salan, di Senatoyê de dengekî bilind ê parastina Kurdan bû.

Her çend Lindsey û xwişka wî Darline têkiliyek pir xurt hebûn û li ser gelek mijaran nêrînên xwe parve dikirin jî, lê xuya ye ku ew di siyaseta derve de ji hev cuda ne.

Di posteke rojnamevanekî Medya MS Now, Senator Darline Graham di dema kempeyna xwe ya li West Columbia de got "Em herdu jî baweriya xwe bi prensîb û nirxên muhafizak tînin, lê cudahîya me di warê ewlekarîya neteweyî û têkiliyên derve de ye, ez zêtir giringîyê didim jiyana rojane û dabînkirina jiyana malbatan re eleqedar im, ji ber ku ez dizanim, ji mûçeyekê heta mûçeyê çiqas dijwarî heye."

Şîroveyên Darline nîşan didin ku dê karê wê dê ji ya birayê wê Lindsey cuda be, ku piraniya dema xwe ji bo siyaseta derve û ewlehiya neteweyî terxan kiriye û gelek caran ji hêla rikaberên xwe yên siyasî ve hatiye rexnekirin.

Hilbijartina Mijdarê dê çarenûsa siyasî ya Darline Graham diyar bike. Ger biserkeve, komîteyên ku ew di Senatoyê de dibe endam û xizmetê dike dê girîng be. Bi taybetî heke ew komîte bi siyaseta derve û ewlekarîya neteweyî ve girêdayî bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG